Dibistan
Dibistan pirr xweþik e,
bi hogir û hevalan,
bi nivîs û mamoste,
bi çîroka newalan.
Em hemî jê hez dikin.
Ji bo zanînê kanî ye.
Tê de kenîn, leyistok,
dibistan xweþ xanî ye.
Kamûran Bedirxan
Dibistan
Destpêk bi navê Yezdan,
ev e diçim dibistan.
Divê êdî bixwînim,
bo rastiyê bibînim.
Da her tiþtî bizanim,
heya ku pê bikanim.
Berî vêya gelê min,
nezan mabûn mêr û jin.
Daketibûn hêla jêr,
reben pepûk û bêkêr.
Lê ji îro bi þûn da,
di nav bajar û gunda,
herçî kurd e wê bixwîn,
da ku bibe xweyî þîn.
Welatê xwe bistîne,
neyaran jê derîne.
Em in xweyî war û þûn,
doza me ye serxwebûn.
Ji bo me ye hêla jor,
hildin ala kesk û sor.
Serxwe nabe Kurdistan,
bê xwendin û dibistan.
Osman SEBRÎ
نظرات شما عزیزان: